Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta pêwendiyên derve a PDKÎ seredana Wezareta Derve a welatê Norwêjê kir

20:06 - 21 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Heyeta pêwendiyên PDKÎ li dervayî welat, bi serperestiya Ezîm Elyasî, seredana Wezareta Derva a welatê Norwêjê kir ku ji aliyê “Kjell Gunnar Eriksen” ravêjkarê payebilind û taybet bi karûbarê Îranê ve hate pêşwazîkirin.

Li gor nûçegehaniya Kurdistanmedia, roja 19.11.2015 (28.08.1394) heyeta pêwendiyên derve a PDKÎ li welatê Norwêjê, seredana Wezareta Derve a welatê Norwêj kir û di destpêkê de heyeta PDKÎ hevxemiya xwe derheq bi kuştina hemwelatiyên Norwêjê ku heyamek bû ji aliyê girûpa terorîstî a DAÎŞ ve wekî rehîn (barimte) hatibûn destbiserkirin, ragehand .

Di vê seredanê de pirsên giring wek xebat û dîtingeha PDKÎ derheq bi çareseriya doza netewî di Îranê de, û bibetaybet dozên giştî ên Kurd, û dana nirxên mezin di vê derheqê de, doza rejîm Îranê tevî civaka NY hate gengeşekirin.

Heyeta PDKÎ di dirêjiya basên xwe de tekez li ser cîgirbûna pêşmergeyên PDKÎ li sînorên rojhelat û pirsên neteweyên Îranê û Kongireya Neteweyên Îrana Fediral û siyasetên wê ji bo çareseriya pirsên neteweyên Îranê kir.

Di dawiyê de “Kjell Gunnar Eriksen” keyfxweşiya xwe derheq bi vê seredanê eşkere kir û herdu aliyan tekez li ser berdewamiya pêwendiyên du alî kirin.