Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamiya Îranê di Sûriyê de jî li dijî mafên mirovan e

20:15 - 21 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Komîteya sêyem ya Civata Giştî a NY naskirî bi “Komîteya Mafên Mirovan” bi pejirandina biryarnameyekê derheq binpêkirina mafên mirovan di Îranê de, nîgeraniya xwe eşkere kir. Ew biryarname êvariya Pêncşemiyê bi 76 dengên “Belê”, 55 dengên “Na”, û 68 dengên bê alî hate pejirandin.

Li gora nûçegihaniya “Associated Press”, ew biryarname ji aliyê welatê Kanadayê ve hate pêşniyarkirin, û Amerîka û welatên Ewropayî ji wan welatan bûn, ku dengê “Belê” dane vê biryarnameyê.

Serbarê vê biryarnameyê, komîteya sêyemîn ya Civata Giştî a NY, biryarnameyeke din derheq binpêkirina mafên mirovan di Sûriyê de pejirandiye, ku tê de berpirsyariya can jidestdayîna xeyrî leşkeriyan xistiye stûyê rejîma Beşar Esed û bi awayekî eşkere û zelal, daxwaz ji Spaha Pasdaran û şibhê leşkeriyên Hizbullahê kiriye ku ji Sûriyê derkevin.

Li gora nûçegihaniya Royterz, ew biryarname ku Erebistanê bi alîkariya Qeter û hinek ji welatên Erebî, Amerîka û welatên Rojavayî amade kirin, bi dengê “belê” yê 115 welatan hate pejirandin.

Rûyê vê biryarnameyê bi awayekî taybetî li Rûsiyê ye jî, ku balafirên wê yên şerî nêzî du mehan e, ku êrîşî ser binkeyên neyarên Esed dikin.

Ew biryarname hemû girûpên terorîstî ên derekî, û wan hêzên ku li rex rejîma Esed şerê neyarên Esed dikin, bi taybetî Spaha Quds, Spaha Pasdaran, û girûpên tundrev ên wekî Hizbullahê şermezar dike.

Di vê civîna baskirî de, Ebdullah El-mu’elimî nûnerê Erebistanê di NY de, tevî îşarekirina bi qedera Alan Kurdî, zarokê sê salî ê Kobanê ku di nav avên Tirkiyê de, di dema ku dixwast here Ewropayê, canê xwe ji dest da, rû li welatên endam got: “Ez ji we dixwazim ku Alan bi tenê nehêlin, û cardin wî nekujin”.