Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya pêşmergeyekî PDKÎ koça dawiyê kir

14:56 - 23 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Roja 1’ê Sermawezê (22.11.2015)’an diya Nûredîn Sofîzade pêşmergê PDKÎ li Urmiyê de koça dawiyê kir.

Li gor nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja 22.11.2015’an Nawres Ehmedî keça Se’îd xelkê gundê “Kurmikê” a ser bi Urmiyê, di temenê 66 saliyê de koça dawiyê kir. Termê navbirî her vê rojê bi beşdariya gellek kesan ji xizm û kesûkar û dost û hevalan di Urmiyê de bi axê hate spartin.

Xwedê jê razî Nawres Ehmedî jineke welatparêz, û hizbdost û pêşmergeperwer bû. Herwisa ew pişt û penayê serekî yê Nûredînê kurê xwe bû, da ku berdewam be li ser pêşmergatiyê.

Deriyê mala Nawresa rehmetî, hertim bi rûyê kadr û pêşmergeyên PDKÎ de vekirî bû, û hêviya wê azadî û serkevtina hizb û gelê wê bû. Ew kesayetiyeke civakî jî bû, û gellek caran bo çareseriya xêr û şerên xelkê herêmê pêş dikevt.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên Nawresa rehmetî, û xwe di xem û kovana wan de şirîk û hevbeş dizane.