Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar ê PDKÎ koça dawiyê kir

20:52 - 24 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Şeva Duşemiyê 23’ê Çiriya Paşîn a 2015’an pêşmergeyekî PDKÎ bi navê “Ebulhemîd Qaremanî” kurê Mecîd naskirî bi Mam Ewlê xelkê gundê Ehmedawaya Hewşarê, di temenê 83 saliyê de koça dawiyê kir.

Mam Ewlê di sala 1932’an de, di malbateke welatparêz a gundê Ehmedawa ya Hewşarê de ji dayîk bû. Mam Ewlê yek ji tekoşerên Komara kurdistanê bû, ku hiloşîna vê Komarê heya dawî demê jiyana Mam Ewlê di warê derûnî de bandore xwe li ser hebû.

Mam Ewlê di qonaxeke din de û piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de, û eşkere bûna xebata PDKÎ û çalakiyên hizbê, tevlî refên hêza pêşmergeyên demokrat bû, û bi awayekî fermî di sala 1979’an şûnda dest dide çeka şerefê,û xaka pîroz ya Kurdistanê diparêze.

Mam Ewlê kurek û du biraziyên wî di nav refên pêşmergeyên PDKÎ de şehîd ketin, û ew pêşmergeyên xweragir ê PDKÎ tevî vê ku heya dawî demên jiyana xwe bi rê û şopa PDKÎ û gelê xwe emegdar ma, xwediyê sê şehîdên serbilind ên riya rizgariya Kurdistanê jî bû.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbata serbilind û şoreşger ya Mam ewlê û xelkê gundê Ehmed awa, û herêma Hewşar, û xwe di xema wan de şirîk û hevpar dizane.