Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di rêûresma çaremîn salvegera koça dawiyê ya Daniyal Mîtran de beşdar bû

20:53 - 24 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî sekreerê giştî ê PDKÎ beşdarî rêûresma koça dawiyê ya Daniyal Mîtran bû.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia roja Duşemiyê 23’ê Çiriya Paşîn şandeke PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ li ser vexwandina fermî ya birêveberên rêûresma çaremîn salvegera koça dawiyê ya Daniyal Mîran naskirî bi “diya Kurdan” bi armanca eşkerekirina emegdariya di hemberî derbazbûyiya pirr ji serwerî û xizmeta mirovî û piştevaniyên me’newî ên Mîtran derheq tevgera Kurdan bi giştî û PDKÎ bi taybetî beşdarî di vê merasimê de kirin.

Ew rêûresm bi beşdariya Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û konsolê giştî ê Fransayê li Hewlêrê, û “Cêlbêrt Mîtran” kurê Daniyal Mîtran û nûnerên partiyên siyasî ên her çar perçeyên Kurdistanê û kesayetiyên siyasî û welatparêz ê gelê me bi rê ve çû.

Di vê rêûresmê de gotarên serokê Herêma Kurdistanê, gotara kunsolê giştî ê Fransayê, û gotara kurê Mîtran û gotara Kendal Nezan serokê Enstîtuya Kurd li Parîsê û gotara Dezgeha Hunerî û Rewşenbîrî ya Şivan perwer hate pêşkêşkirin.

Ew rêûresm ji aliyê Dezgeha hunerî û rewşenbîrî ya Şivan Perwer û bi piştevaniya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan pêk hatibû.