• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-11-18 / 1396-08-27   

Husên Şox Keman naskirî bi “Zê Zê” koça dawiyê kir

2015-11-24 / 1394/09/03 - 17:57 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Husên Şox Keman naskirî bi “Zê Zê” koça dawiyê kir
Kurdiatanmedia: Husên Şox Keman naskirî bi “Zê Zê” ji hunermendên navdar ên Seqiz û Kurdistanê ku mamostayê muzîka fulklur bû, koça dawiyê kir.

Husên Şox Keman duh Duşemiyê 02.09.1394’an di temenê 77 saliyê de li bajarê Seqizê koça dawiyê kir.

“Zê Zê” kurê Mîrza Şokrullah di sala 1317’an li bajarê Seqizê ji dayîk bûye, û piştî bi salan tekoşînê, digel birayê xwe bi navê Elî bû yek ji hunermendên herî navdar ên herêmê, û piraniya muzîkên fulklur ên Kurdî bo mînak muzîkên “Ay bo Helame”, “Şemame û Xalxal”, “Soyibe Balaberz”, “Kîjê Mero Ciwanî”, û dehan muzîkên din berhev kirin, ku ew stran bi navê birayên “Zê Zê” di tewahiya Kurdistanê de hatine naskirin.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 313 Dî wê hejmarê de:

-Hevpeyvînek digel sekreterê giştî ê PDKÎ derheq stratejiya nû ya Amerîkayê di hemberî Îranê de
-Rewayiya çek û rewayiya xelkê
-Şikesta Kerkûkê destpêka rabûneke din