Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“NY” piştevaniya xebatkarên Kurd dike

20:37 - 25 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedi: Yek ji xalên biryarnameya Komîteya Sêhem ya Kora Giştî a NY, derheq bi mafên mirov di Îranê de, bas ji xebatkar û berxwederên Kurd dike.

Komîteya sêyem ya Kora Giştî a NY, roja Pêncşemî berwarê 28’ê Xezelwerê, biryarnameyek li ser binpêkirina mafê mirov û rewşa mafê mirov di Îranê de, li ser rejîma Îslamî der kir û di xaleke vê biryarnameyê de, bas ji xebatkar û berxwederên Kurd dike.

Biryarname dibêje ku netewên bindest û li serweyî hemûyan netewa Kurd xwediyê rêkxistinên taybet bo xebat û bidestxistina mafên xwe ên xwezayî ne û, di vê pêxemê de nirxek zaf dane û ji aliyê deshilata Tehranê ve di bin zext û givaşê de ne.

Di vê biryarnameyê de bi eşkere hatiye ku serbarê qewl û sozên serkomarê niha yê Îranê, hêj mafên netewên Îranî bi eşkere tên binpêkirin û tenanet di hindek waran de rewş pir xirabtir bûye. Bi wî wateyî ku rewşa mafê mirov di Îranê de netenê ber bi başiyê ve neçûye, belkî berevajî bi sedema zêdebûna binçavkirinên serberdayî û bidarvekirinê zaf, rewş ber bi paşve çû ye.

Di xala 13’ê ya vê biryarnameyê de, serbarê îşaret bi binpêkirina mafên netewên Îranê, bi eşkere bas ji berxwedana wan netewan dike û, bi eşkere piştî anîna navê netewa Kurd, nevê “Berxweder” hatiye, eva jî îşare ye bo wan kesan ku bi awayekî rewa berevaniyê ji maf û kerameta netewa Kurd û netewên din dikin.

Di vê xalê de hatiye ku gerek Komara Îslamî bi yasa û bi kiryar, hemû curên ferq û cudahiyan û serkuta li ser wan netewan ji holê rake û destan ji kiryarên xwe yên berê, berde.

Eva jî deqa vê xalê ye ku me îşaret pê kir:

13 – Ji dewleta Komara Îslamî ya Îranê daxwazê dike ku bi yasa û bi kiryar, dev ji hemû curên ferq û cudahîdanîn û curên din ên binpêkirina mafê mirovan li dijî wan kesan ku ser bi kêmaniyên neteweyî, zimanî û tewahiya kêmaniyên din in berde. Bo mînak, Ereb, Azerî, Belûç û Kurd û berxwederên din.