Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî derheq bi parvebûna Îraqê hişdarî da Fu’ad Me’sûm

20:39 - 25 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Elî Xamineyî, rêberê Komara Îslamî ya Îranê di civîna xwe ya tevî serkomarê Îraqê Fu’ad Me’sûm de ragehand ku, “Nabe Rewş bi awayekî be ku Amerîka vê rêyê bide xwe ku bi awayeke eşkere bas ji parvebûna Îraqê bike”.

Roja Sêşemî 3’ê heyva Sermawez a sala 1394’an a Rojî, di civîna xwe de tevî serkomarê Îraqê rêberê Îranê ragehand ku, “Xelkê Îraqê ji Şî’e û Sunî û Kurd û Ereban bigire, bi sedsalan e ku bê tû arîşeyek li kêleka hevdu jiyanê dikin, lê hinek welatên herêmê û dujminên bîhanî, hewla mezin nîşandana arîşeyan in”.

Ev gotinên rêberê Îranê di demekê de ne ku niha 59 sal biser avabûna welatê Îraqê de derbaz dibe û ji dema avabûnê ve heya nina, dîrokek pir ji şer û kêşeyên netewî û olî û eşîreyî û tayifî hebûye û piraniya wan jî tevî tepeserkirinên tun û pir ji xweînrêzjî berbirû bûne û bi sedan hizar kesî jî di vê rêyê de canê xwe jidest dane û aware bûne.

Di çend heyvên derbazbûyî de bi sedema dagîrkirina parek ji axa welatên Îraq û Sûriyê ji aliyê DAÎŞ’ê ve, hinek berpirsyarên Amerîkayî gehîştina vê baweriyê ku, êdî Îraq û Sûriye tu carî nikarin yekparçeyîya welatên xwe biparêzin.

Yek ji wan “Wînsint Êstîwart” serokê Ajansa Îtila’ata Berevanî ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê di heyva Sibtember’ê de ragehandibû ku, “Egera vê kêm e ku careke din Kurd vegerin dewleta nawendî ya Îraqê û herweha Sûriye jî vê bi ser du an sê paran ve, wê bê parvekirin”.

Herweha “Can Bêrnan” serokê Saziya Îtila’ata Nawendî ya Amerîka “CIA” jî di heman rojê de ragehand ku xelkê Sûriye û Îraqê pitir di cihê vê de ku xwe bi welatê xwe bidin nasîn, bi şunasa qewmî û mesebî xwe didin nasîn”.

Navbirî di doma gotinên xwe de ragehand ku, “Bi baweriya min Rojhilata Navîn wê di du dehikên dahatî de wusa parve be ku, berê wusa nebûye”.

Ev mijara han ku pitir ji karbidestên Îraqê bûye sedema nîgeraniya karbidestên Îranê, nîgeraniya kûr ya wan nişan dide ji hêza bi hêz ya tevgerên mafxwazane ya netewên bindest ên Îranê û, bandora guherînkariyên herêmê li ser tevgerên wan.