Kurdistanmedia: Rêberê Komara Îslamî ya Îranê “Elî Xamineyî” di civîna xwe ya tevî fermanderên Besîc de, pêdagirî li ser têgeha “Nifûz”ê kir û ragehand ku, “Ew aliyên ku hêza Besic bi tundreviyê tometbar dikin, hêza Besîc lewaz dikin û di rastî de pirojeyên dijminan cîbicî dikin”.
Roja Çarşemî berwarê 14’ê Sermawezê (25.11.2015), di civîna fermander û gordanên Besîcan de, rêberê Komara Îslamî di beşa herî zêde a gotinên xwe de, tekezî li ser “Pirojeya nifûzê” kir û serbarê vê ku, bas ji dijminatiya “Req” û “Nerm” ya Îstekbarê kir ragehand ku, “Yek ji mijarên herî girîng û sereke di dijminatiya “Nerim” de, mifahwergirtina ji pirojeya “Nifûz”ê ye.
Wî di heyva Gelawêj a derbazbûyî de û çend heftiyan piştî lihevkirina etomî ya di nvbera Îran û welatên xwedî hêz ên cîhanê de, derheq bi hewlên dijminan û li serweyî hemûyan Amerîkayê bona nifûzkirina di Îranê de hişdarî da.