Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di cihê şerê tevî Amerîkayê, li dû lihevkirinê digeriyên

20:39 - 26 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Nûnerê rêberê Îranê di Spaha Pasdaran de ragehand ku, hinek kes û alî di cihê vê de ku li dijî Amerîkayê şer bikin, li dû lihevkirin û danûstana tevî Amerîkayê digerin, bêy vê ku ji vê yekê haydar bin, bêdengiya li hember “Batil” bi wateya piştevaniya wê tê.

Roja Çarşemî berwarê 4’ê sermawezê, di rêûreşma bilindragirtina “Heftiya Besîc” de ku li Medreseya “Fêyziyê” de hate lidarxistin, Axûnd Elî Se’îdî nûnerê Elî Xamineyî ragehand ku, “Hinek dibêjin ku gerek em tevî cîhanê lihev bikin, û li hember Sindûqa Navnetewî ya Pere û banka cîhan de teslîm bin, lê haydarî vê nînin ku berdewamî û parastina şoreşê ji bilî şer tevî Amerîkayê misoger nabe.

Nûnerê Weliyê feqîh herweha di doma gotinên xwe de dibêje ku, “Îro rojê sînorên Komara îslamî heya behra Medîterane(Naverast) û Bab El-Mendeb’ê berfireh bûne û hêj jî, her ber bi zêdebûnê ve diçin, lewra ye ku di herêm de berdewam bûyerên çavnihêrînekirî derdikevin holê”.