Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Potîn ragehand mertala mûşekî li Sûriyê ji nêzîk sînorê Turkiyê bê damezrandin

20:42 - 26 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Rojek piştî êxistina firokeya Rûsiyê ji aliyê dewleta Turkiyê ve,li nêzîk sînorê Sûriyê, serkomarê Rûsyê ragehand ku mertala mûşekî yê pêşketî “S 400” wek binkeyeke leşkerî di nava dewleta Sûriyê, li nêzîk sînorê dewleta Turkiyê bê damezrandin.

Li gor nûçegehaniyan, roja Sêşemî dewleta Turkiyê ragehand ku cêtên şerker ên ertêşa Turkiyê firokeyek leşkerî ya Soxo 24 a Rûsiyê ku çûbû nava sînorê hewayî ya Turkiyê existe xwarê.

Ertêşa Turkiyê ragehandibû ku me çend caran ev firoke agehdar kir, Lê firokevanê Rûsî ku ji aliyê hêzên taybet ên Sûriyê ve canê saxlem derbaz kir, roja çarşemî ragehand ku tu agehdarî ji aliyê Turkiyê bi wî nehatiye dayîn.

Potîn êxistina xwarê ya firokeya Rûsiyê ji aliyê Turkiyê ve wek cinayet da zanîn û ragehand ku kiryarên micid dê bi dû re hebin.

Piştî vê kiryarê Potîn ragehand ku binkeya leşkerî a Rûsiyê li Sûriyê li parêzgeha Laziqiyê di 50 kîlomêtriya sînorê Turkiyê bê damezrandin.