Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diruşma “Kendawa Erebî” ji stadyoma werzişî a Tewrêzê bilind bû

20:46 - 26 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Azeriyên bajarê Tewrêzê li stadyoma werzişî a wî bajarî diruşma kendawa Ereb li dijî Farsan dan.

Li gor nûçegehaniyan, hemwelatiyên azerîziman a bajarê Tewrêzê roja Înî 29.08.1394’an berî destpêkirina lîstika navbera “tiraktorsazî û siyah camiganê Meşhed”ê li stadyoma werzişî a Xomeynî diruşma kendawa Erebî dan, û ev yek jî tevî nerazîbûna Farsan berbirû bû.

Fars zimanan ev Turkên Azerî bi regezperest, û temaşevan jî bi gopalbidestên Rojava û bi hêzên peya ên Erebistan û Îsra’îlê dane zanîn.

Ev kiryarê Turkên Azerî li Tewrêzê piştî vê hate kirin ku heyamek berî niha Farsan di bernameya “Fitîle” de, bêhurmetî bi neteweya Turkziman di Îranê de kiribûn, ku bêhurmetî tevî nerazîbûna Azerîzimanan berbirû bû, û çend kes ji hemwelatiyên Turkên Azerî ziman ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin û birîndarkirin.

Eva çendîn car e ku bêrêzî ji aliyê neteweya Fars ve di sîstema Deng û Reng de bi neteweyên Îranê tê encamdan, ku tevî nerazîbûna neteweyên xeyrî Fars berbirû bûye.