Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Partiya Azad a Kurdistana Bakûr serdana Deftera nûneratiya Partiya Demokrat li Parîsê kir

21:03 - 26 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Deftera Nûnereiyata PDKÎ roja Sêşemiyê pêşwaziya ji heyeta payebilind a Partiya Azad a Kurdistana Bakûr kir.

Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemiyê17’ê Çiriya Paşîn a 2015’an, heyetekî paye bilind ya Partiya Azad a Kurdistana Bakûr bi serperestiya rêzdar “Mistefa Ozçelîk” serdana Deftera Nûnerê PDKÎ di bajarê parîsê de kir û ji aliyê heyeta xanexê ve bi serperstiya rêzdar “Hesen Şerefî” Cîgîrê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat ve pêşwazî jê hate kirin.

Di vê rûnştinê de her du aliy li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn û guhertinên vê dawiyê û bandorên ku li ser rewşa Kurdên her çar aliyên Kurdistanê heye, kirin.

Piştî nêrînên li ser rewşa herêmê û lêkdanên wan bûyer û pêşhatên vê dawiyê, her du alî giheştine vê encamê ku tenê rêka parastina berjewendiyên bilind yên neteweyî, yekgirtina gelê Kurd li hember neyarên neteweya me de ye.

Di dawiya vê hevdîtinê de, ji bo bihêzkirina pêwendiyên her du aliyan,pêdagirî kirin ku bi hev re civînan pêk bînin.