Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihê rûniştina balafira Xamineyî dibe cihek pîroz

20:08 - 28 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Cihê xwedanîn an rûniştina balafira hilgirê Elî Xamineyî, ku di serdemê Serkomariya navbirî de, li herêma “Eşîrên Derîla yên Geçsaran”ê hat gulbarankirin û di pêşerojek nêzîk de wê bibe cihek pîroz bo serdana xwendekar û besîciyan, di çarçoveya pirojeya “Rahiyanê Nûr” de.

Fermndarê herêma berbirûbûna Besîc ên Geçsaranê ragehand ku, gerek ji vê bûyerê bona ronîkirina xelkê deverê û handana wan ber bi Komara Îslamî ya Îranê mifah bê wergirtin û dîtingehên rêberê Îranê, di vê cihên pîroz de ku 28 sal berî niha bi balafira xwe lê rûniştiye, bo xelkê bê şirovekirin.

Lewra tê texmînkirin ku piştî heyamek ne dûr, binke û baregehên taybet di vî cihî de bê avakirin û bibe cihê “Perestina” besîciyên rejîmê, û ew zarokên ku bi neçarî di çarçoveya pirojeya “Rahiyanê Nûr” de, bo herêmên şerê 8 salî û cihên pîroz ên herî dawî ên rêberê Îranê têne şandin.

Berê ji cihê rûniştina Elî Xamineyî rêberê rejîmê li Gundê “Dizlî” a ser bi parêzgeha Sine bibû cihê serdana xwendekar û besîciyan di çarçoveya pirojeya “Rahiyanê Nûr” de.