Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî a dayîka du şehîdên riya rizgariya kurdistanê

14:05 - 30 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Hevjiya şehîd û dayîka du şehîdên riya rizgariya Kurdistanê li devera Sine koça dawiyê kir.


Li gor nûrçyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 28’ê Nîsana 2012’an, “Ferxî Mînberî” dayîka du şehîdên riya serbestiya Kurdistanê bi navê “Ferzad Mînberî” û “haşim Mînberî” û herweha hejiya şehîd “Ceifer Mînberî” di temenê 70 saliyê de li bajarê Sinê koça dawiyê kir.
Ferxî Mînberî jinek nîştimanperwer û rûyê naskirî yê jinên xebatkar ên devera Sinê û derdor bû ku pêtirî 12 kes ji endamên malbata wê di pêxeba azadî û serbestiya Kuridstanê de di refên PDK Îranê de şehîd bûne.
Ferxî Mînberî seba çalakiyên berdewam di pêxema bidestxistina mafên rewa ên gelê xwe, gelik caran diket ber azar û îşkenceya hêzên rejîma îslamî a Îranê. Bo mînak, çendîn car hatiye destbiserkirin û ji cihwarê xwe hatiye dûrxistin, lê ew kiryarên rejîmê karîgerî li ser morala wê jina şoreşgêr nebûye.
Termê “Ferxiye” di nava kederek giran a xelkê bajarê Sinê de li goristana “Beheştî Mihemedî” a wî bajarî hat veşartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide malbat, kes û karên xwedê jê raziyê û xwe bi hevalê kul û kedera wan dizane.

Riha wê şad