Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên leşkirî ên rejîmê li derveyî sînorên Îranê cihgir in

20:18 - 28 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: “Hesen Keremî” fermanderê yekîneyên taybet a hêzên Întizamî ya Komara Îslamî ya Îranê, duh 6’ê Sermawezê bi eşkere ragehand ku, yekîneyên taybet ên hêza Întizamî ya Komara Îslamî ya Îranê, bi merema bersivdana hevlên têkderane û gefên ewlehî, li derveyî sînorên Îranê de cihgir bûn.

Navbirî di doma gotinên xwe de ragehand ku, di pirograma wan de ye ku beşek din ji yekîneyên taybet ber bi sînorên di navbera Îran û Îraqê de vegyhêzin. Navbirî dibêje digel zêdebûna gefên ewlehî li derveyî sînorên Îranê, yekîneyên taybet a hêza Întizamî di cihên curbicur de û bi merema bersivdana her egerek ewlehî hatine damezirandin.

Eva ku di vê nûçeyê de cihê basê ye ev e ku, Hesen Keremî bi eşkere radigehîne ku, yekîneyêntaybet ên ser bi hêzêa Întizamî ya Îranê li derveyî sînorên Îranê de û bimerema çavdêrî û berbirûbûna her egerekê de cihgir bûne.

Ev karbisetrê rejîmê tû îşareyek bi cihên taybet li derveyî sînorên Îranê nekir, ê her baskirina vê mijarê bi xwe vê yekê diselimîne ku hêzên ser bi Komara îslamî ya Îranê li derveyî sînorên welatê Îranê de binke û baregehên nepenî û taybetî hene û xincî karên sîxorî û terorîstî, bi fermî dest dixin nava karûbarên welatên din.