Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cankirî pirojeya hiloşandina rejîma Îranê bi rê ve dibe

20:25 - 28 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Fermandarê Besîc a Komara Îslamiya Îranê, Mihemedreza Neqdî di xutbeyên nimêja roja Înê de li bajarê “Rêy” de got ku: Can Kirî hewl dide bo serxistina pirojeya herifandian Komara Îslamiya Îranê.

Li gora gotina navbirî, Amerîkayê zêdetir ji du milyard dolarî daniye bo herifandibna Komara Îslamî a Îranê, û ji vê budceyê 200 milyon Dolar ji aliyê Can kirî bixwe ve tê xerckirin.
Li gora nûçegihaniyên navxweyî yên Îranê, ew kesên ku ajanên Amerîkayiyan bûne, ew nûçeya eşkere kirine, û ew kes ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin, û rasterast jî ji Can kirî biryar werdigirtin.
Li gora gotina fermandarê Besîc a rejîma Îranê, ji bo herifandina Komara Îslamî ya Îranê, di çarçoveya vê pirojeyê de, ji torên civakî, femînîzm, pêkanîna şoreşên li ser kolanan, û hilbijartinan, mifahê werdigrin.
Li gora gotina navbirî ew ajan û sîxorên ku hatine destbiserkirin, kesên asayî nînin, belkû perwerdehiyeke binecî dîtine.