Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terakt û posterên taybet bi 26’ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê belav bûn

20:30 - 28 Çirriya paşîn 2015

Kuredistanmedia: Komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ terakt û posterên taybet bi bi 26’ê Sermawezê roja pêşûmergê Kuredistanê belav kirin.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, komsyona Teşkîlatê ya PDKÎ terakt û posterên taybet bi 26’ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê belav kir.

26’ê Sermaweza sala 1394’an, 31 sal bi ser diyarîkirina roja 26’ê Sermawezê wekî roja pêşmergê Kurdistanê re derbaz dibe.
Endam û alîgirên PDKÎ her sal di roja 26’ê Sermawezê, roja pêşmergê Kurdistanê de, çalakiya teblîxî dikin, û rêz ji wê cangorîtî û xebatê digrin, ku pêşmergeyên Kurdistanê li dijî dagîrkarên Kurdistanê encamp dane.

PDKÎ “Roja Pêşmergê Kurdistan”ê di pilînoma xwe ya duyemîn a Komîteya Nawendî de, ku hilbijartiyê kongireya şeşem a PDKÎ di roja 15-24’ê Gelawêja 1363’an de bû, wekî roja Pêşmergê Kurdistanê diyarî kir.

Wêne û terakt û posterên taybet bi roja pêşmergê Kurdistanê bi zarawayên Soranî, Hewramî, Kelhorî, Kirmancî û bi zimanê Farsî belav bûn.

12702.jpg