Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdengî li dijî DAÎŞ’ê berfireh dibin

20:40 - 28 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Piştî êrîşa terorîstên DAÎŞ’ê li Parîsê, û zêdebûna gefên DAÎŞ’ê bo ser Yekîtiya Ewropa, welatên Birîtaniya û Alman ragehandin ku dê beşdariyeke çalaktir li dijî DAÎŞ bikin.

Nûçegehaniyên cîhanî bilav kirin ku roja Pêncşemî 26’ê Çiriya Paşîn, “Deyvîd Kamêron” got: “Dema vê hatiye ku Birîtaniya beşdarî şerê li dijî terorîzma DAÎŞ’ê bibe”.

Serokwezîrê Birîtaniya got: “Em nikarin bisekinin heya ku kirîza Sûriyê bidawî bê, û vê demê emê li dijî DAÎŞ pêgavan bavêjin”.

Bi gotina Kamêron xeletiyek mezin e heke Birîtaniya wisa bizane ku ewlehiya wî li ewliyeta welatên din cuda ye, û tenê bisekine û bûyeran bibîne, û welatên din karê Birîtaniyayê li şerê li dij DAÎŞ’ê de bigrin stûyê xwe. Her ji ber vê yekê pêdivî ye ku Lenden tevî welatên din êrîşên esmanî li dijî DAÎŞ li Sûriyê bi rê ve bibe.

Ji aliyekî din ve berdevkê karûbarên bergiriya partiya Yekîtiya Demokrat Mesîhî ya Alman, partiya desthelatdar li Birîtaniya, ragehand ku welatê wan dê roleke bi kiryartir di şerê Sûriyê de dilîze.

Ev hewlên han hevdem e, tevî kombûnên Viyenê bo vedîtina çareseriyeke baş bo pêşeroja welatê Sûriyê.