Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kes ji endamên Spaha terorîstî a pasdarên Îranê di şerê Sûriyê de hatin Kuştin

20:27 - 29 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Du kes ji endamên Spaha terorîstî a pasdarên Îranê di şerê Sûriyê de hatin Kuştin.

Li gor nûçegehaniyan, roja Şemî 07.09.1394 du pasdarên rejîma Komara Îslamî bi navên “Hemîd Siyahkalî” û “Perwîz Bamirî” di şer û pevçûn tevî opzîsyonên sûriyê de hatin kuştin.

Herwisa nûçegehaniya “Quds” ser bi rêkxistina Spaha Pasdarên rejîmê roja derbazbûyî ragehand ku 7 endamên wê spahê di Sûriyê de hatin kuştin.

Di destpêka kirîza Sûriyê de heya niha zêdetirî 60 kes ji endamên payebilind ên Spaha Pasdarên rejîmê di şer û pevçûnên Sûriyê de hatine kuştin, eva jî di demekê de ye ku rejîma Îranê hebûna hêzên xwe di wî welatî de red dike.