Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeta Rêkxistina NOAS a Norwêjê seredana Deftera Siyasî a PDKÎ kir

13:32 - 2 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Heyeta Rêkxistina NOAS a Norwêjê ku rêkxistineke ne hikumî ye û karê wê pêragihîştin bi karê penaberan e, ku bi serperestiya “Jon Ole Martinsen” seredana Deftera Siyasî a PDKÎ kir ku ji aliyê heyeta pêwendiyên PDKÎ bi serperestiya Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ ve hate pêşwazîkirin.

Li gor nûçeya ku gihiştiye malpera kurdistamedia, roja Duşem 09.09.1394 heyeta rêkxistina NOAS aNorwêjê ku rêkxistinek ne hikumî ye û karî wî pêragihîştin bi karê penaberan e, bi serperestiya “Jon Ole Martinsen” seredana Deftera Siyasî a PDKÎ kir.

Di vê seredanê de , heyeta Norwêjî li ser rewşa Penaberên Kurdên beşên din ên Kurdistanê û agehdarbûn li ser rewşa penaberan û berevanî kirin ji mafên wan li kom û komelên navdewletî û bixasmanî li îdareyên karûbarên penaberan li Norwêjê basek kir.

Herwisa di vê seredanê de bas ji part û aliyên siyasî ên kurd di kurdistana Rojhelat û çawaniya xebat û tekoşîn û şêwaza pişgîrî kirin li endam û alîgiran, siyasetên rejîma komara Îslamî di hember çalakên siyasî û medenî û çawaniya kiryarên komara Îslamî û komek pirsên din hatin kirin.

Piştre Mihemen Nezîfqadirî, li ser her yek ji wan basan bi hûrî û bi dokomênt axivî, û rohn kir û pirsyarên han şirove kirin.

Di vê derheqê de Mihemed Nezîfqadirî, amaje bi siyasetên rejîma dijî mirovî a komara Îslamî a Îranê û dirêjedan li ser siyasetên xwe û givaşxistin bo ser çalakvanên siyasî û medenî di hemû waran de bkir.

Navbirî di dirêjiya vê seredanê de, bixasmanî li ser siyasetên tepeserkirina xebatkarên neteweyên Îranê û yek ji wan tekoşerên gelê kurd, jinên azadîxwaz û kesên naskirî ên olî û bixasmanî zafbûna qasa darvekirinên vê dawiyê piştî hatine serkar a Hesen Rûhanî axivî.

Heyeta Norwêjê di dawiya vê seredanê de tekez li ser pêwendiyên herdu aliyan kir ku dê tevî nûnerayetiya PDKÎ di pêwendî da bin.

12732.jpg

12734.jpg