Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

9 endamên din yên Spaha Pasdarana rejîma Îranê di Sûriyê de hatin kuştin

20:05 - 7 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Di hefteya borî de 9 endamên Spaha Pasdarana rejîma Îranê, di Sûriyê de hatine kuştin.

Li gor nûçeyên belavbûyî, di hefteya borî de, 9 endamên Spaha Pasdaran ku di sûriyê de hatibûn kuştin termê 3ê ji wan kuştiyan di bajarê Xûzistanê de bi axê hatine spartin û yên din jî di çend rojên bê de, wê bêne şandin.

Mucteba Zekoy, Riza Melayî û Mîlad Bedrî ji wan 3’ê Kuştiyan in ku termê wan di bajarê Xûzistanê de bi axê hatine spartin.

Tê gotin ku: Ev endamên Spaha Pasdaran ku di Sûriyê de hatine kuştin, xelkê Efxanistanê ne û heya niha bi dehan Efxaniyên penaber di Îranê de, di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Heriwha girtiyên Efxanî yên girtîgehên Îranê hatine agehdarkirin, bi vê mercê ku di şerê Sûriyê de beşdariyê bikin, piştî zivirînê yê serbest bêne berdan.

Her di vê derbarê de xelkê Efxanistanê di xwepêşandanekê de li hember Balyozxaneya rejîma Îranê di Kabolê de dawxaz ji civaka navneteweyî kirine ku pêşî ji şandina hemwelatiyên Efxanistanê ji bo şerê Sûriyê ji aliyê Îranê bigrin.