Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameka dilsoz ya PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

20:29 - 8 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Endameka dilsoz ya PDKÎ li Urmiyê koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja Yekşemî 15’ê Sermaweza sala 1394’an a Rojî, dayîke “Bihar Xeşmanî” Keça Mirad xelkê gundê “Hilorî” ya ser bi devera Deştê, û akinciyê bajarokê “Diza Mirgever” a Urmiyê, di temenê 74 saliyê de û bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

Dayîka Bihar piştî ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ û serkevtina şoreşa gelên Îranê, têkiliyan tevî Hizba Demokrat çê dike, û weke endameka dilsoz û çalak di warên curbicur de erk û çalakiyê xwe dest pê dike.

Piştî şehîdketina Dr. Qasimlo, dayîka Bihar xwe reşpoş dike û heya dawiya jiyana xwe wêneyê Dr. Qasimlo bal xwe hildigre.

Dayîka Bihar bi hesreta rizgariya Kurdistanê bû, lewra di dema ku bona çareseriyên pizişkî serdana pizîşkê taybet kiribû, daxwaz jê kiribûn ku nehêle bimire, dema pizîşk jê dipirese çima? Di bersiv de dibêje: “Ez dixwazim ku azadiya Kurdistanê bi çavên xwe bibînin”.

Hewceyî basê ye ku dayîka Bihar xesûya birêz “Sidîq Derwîşî” pêşmergeyê PDKÎ ye. Lewra PDKÎ bi vê boneyê ve, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkar ên dayîke Biharê û, xwe di xem û kovana wan de pişikdar dizane.