Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

26’ê Sermawezê roja Pêşmergeyê Kurdistanê li welatê Swîdê bi rê ve çû

20:51 - 8 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Rêûresma 26’ê Sermawezê roja PêşmergêKurdistanê, li welatê Swîdê de bi rê ve çû.

Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Roja 14.09.1394’an Kurdên rûniştiyê bajarê Êskîlistona û derdora wê bi serperestiya komîteya PDKÎ û Yekîtiya Kurdan û Yekîtiya Lawan, rêûresmek bi boneya 26’ê Sermawezê bi rê ve birin.

Di vê rêûresmê de alîgir û endamên PDKÎ û malbatên wan û komeke berçav ji Kurdên akinciyê bajarê Êskîlistona û derdora wê û herwisa nûnerên çend partî û aliyên siyasî û çandî ên Kurd û Kurdistanê beşdar bûn.

Ew rêûresm ku destpêkê bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir, û tê de daxwaz ji rêzdar Zeyneb hevjîna şehîd Mela Ehmed Derwêşî û kaka Xalend birayê Şehîd Îdrîs Reşîdî, û Mihemed Emîn Reşîdî hate kirin ku bo boneya 26’ê Sermawezê momên amadekirî bi vê boneyê hilkin.

Piştre daxwaz ji pêşmergeyê kevnar û xwedî ezmûn ê PDKÎ Mam Hesen Zari’î naskirî bi Hesen Serspî hate kirin ku bi gotinên xwe yên bi nirx rêûresmê veke.

Naweroka rêûresmê pêk hatibû ji xwendina peyamên taybet bi vê boneyê, û xwendina helbest û sirûdên şoreşvanî, û govend û dîlan xweş ya Kurdî.