Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşderiya nûnerê Partiya Demokrat li Nemsayê di festîvala salane ya dekomentarî de

20:16 - 9 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat li Otrîşê li ser vexwandina kordînasiyuna festîvala salane ya fîlma dekomentarî, di panêla derbarê rewşa mafê mirovan li Îranê de beşdarî kir.

Roja yêkşemiyê 6’ê Çileya Pêşîn a 2015’an, bi vexwandina kordînasiyuna salane ya fîlma dekomentarî, li jêr navê “This Human World” di Viyena paytexta Otrîşê de, ku bi rê ve diçe, Hîwa Behramî nûnerê PDKÎ li Otrîşê di vê panelê de başdarî kir, ku piştî nîşanda fîlmeke dekomentarî debarê rewşa mafê mirovan di bin destê desthilata rejîma Îslamî a Îranê de hate weşandin.

Di vê panelê de ku ji aliyê çalakvanê siyasî û nivîskar, rêzdar Şitîfan Şadnîskî ve bi rê ve çû, xatûn Mehsa Ebdulahzade nivîskar û siyasetvan di partiya keska Otrîşê, û Emîr Goderzî dehênerê Îranî jî beşdarî bûn.

Nûnerê PDKÎ di beşeke axaftinê xwe de îşare bi vî yekê kir ku parastina mafê mirovan hewce bi hebûna demokrasiyeke berdewam di civakê de heye ,lê mixabin rejîma Îranê heyanî niha nekariye dêmokrasiyê ezmûn bike. Di dema ku rejîmek wek rejîma Îsamî a Îranê, siyaseta tepeserkirina xelkê ji bo desthilatdariyê bi kar tîne, nabe me hêvî bi hurmetdanîn û berevanîkirin ji mafên mirovan, ji wî welatî hebe.

Hîwa Behramî di berdewama axaftina xwe de got: “Her çiqas ku pir girîng e li rêyên cur bi cur rewşa mafê mirovan li Îranê de ji bo cîhana derve bidine naskirin,lê belê welatên Rojavayî di demên borî de selimandine, ku tu demî amade nebûne ku li ser binpêkirina mafê mirovan di Îranê de dengê xwe bilind bikin.

Evan ne tenê di Îranê de belku di piraniya welatên tîktator yên demên debazbûyî de me ezmûn kiriye, welatên Rojavayî ji bo parastina berjewendiyê xwe, çavên xwe li cinayetên rejîma Îranê û yên din digirin.

Beşdarên din di panêleke din derbarê rewşa jinan û nivîskar û rajnamenivîsan, û herwiha ev kesên ku di warê edeb û hunerê de kar dikin, behsên xwe pêşkêş kirin, û îşare bi vê kirin ku rewşa mafê mirovan di Îranê de ber bi nebaşiyê ve diçe.