Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PSK serdana Deftera Siyasî ya PDKÎ kir

20:19 - 9 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Rewşa her çar perçeyên Kurdistanê di hevdîtina PSK digel Deftera Siyasî a PDKÎ hate gengeşekirin.

Li gora nûçeya gihiştî bi malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemiyê 17’ê Sermawezê şandeke PSK bi serperestiya rêzdar Mes’ûd Tek sekreterê giştî serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kirin, û ji aliyê Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî û berpirsê sekretariyetê û hejmarek ji endamên Deftera Siyasî ya PDKÎ ve hate pêşwazîkirin. Di vê civînê de rêz û silavên rêzdar Mistefa Hicrî bi Mes’ûd Tek hate ragehandin.

Piştre baseke siyasî di navbera her du heyetan de, li ser rewşa Kurd bi giştî û rewşa siyasî ya her yek ji parçên Kurdistanê û bi taybetî rewşa Kurd li bakura Kurdistanê piştî hilbijartinên parlementoya Tirkiyê di sala 2015’an de, û piroseya aştiyê di vî welatî de, û astengiyên li ser rêya vê piroseyê û çawaniya destpêkirina xebat û tekoşîna PSK piştî çûna derve ya kek Mes’ûd Tek bi hûrî behs li ser hate kirin.

Li ser rewşa Kurd li Rojhilata Kurdistanê û çalakiyên PDKÎ di sala 2015’an de, ji aliyê Mihemednezîf Qadirî ve basek hate pêşkêşkirin, û herwisa beşdarên civînê li ser gellek mijarên girîng ên di rojevê de guherîna bîr û boçûnan kirin.

Di dawiyê de her du aliyan pêdagirî li ser berdewamiya pêwndiyên dostane di navbera xwe de kirin, û hevalên PSK’ê ew pêşwaziya PDKÎ ji xwe gellekî bilind nirxandin.

12789.jpg

12790.jpg