Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Şêxaxayî ji çalakiyên malpera Rewange hate bêparkirin

20:51 - 10 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Hesen Şêxaxayî berpirsê malpera Rewange serbest hate berdan, lê malpera Rewange hate ragirtin, û gef ji Hesen Şêxaxayî hatiye xwarin, ku nabe bi tu awayekî malpera Rewange çalakiyên xwe dest pê bike.

Li gor nûçegehaniyan, Hesen Şêxaxayî ku heyamek berî niha hatibû destbiserkirin, piştî serbestberdanê ji aliyê Wezareta Îtilaata parêzgeha Urmiyê ve gef jê hatiye xwarin, ku nabe bi tu awayekê malpera Rewange çalakiyên xwe dest pêbike.

Roja çarşemî 15 Rezber malpera Rewange ji destê berpirsên malperê ve derket û Hesen Şêxaxayî jî jialiyê hêzên ewlehiya rejîma Îranê ve bi fermana çiqa yek a dozgeriya giştî a şorişê a bajarê Mehabadê hatibû destbiserkirin, û niha malpera Rewange bi fermana rasterast a îdareya îtilaata Urmiyê ve hatiye ragirtin.

Hesen Şêxaxayî bi tawana “piropagende li dijî rejîma Îranê” hatibû destbiserkirin, û niha bi danana 200 mîlyon Tûmen pere ji girtîgeha Urmiyê ve serbest hatiye berdan.

Hesen Şêxaxayî, çalakvanê medenî û rojnamevanê Kurd, û doktoraya çêkirina dermanan heye.