Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ragehandinên ser bi Îtilaata rejîma Îranê: danîna alaya Kurdistanê di dema pêşwaziya ji Barzanî de, binpêkirina yasayên navneteweyî ye

23:03 - 12 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Ragehnadinê ser bi Îtilaata rejîma Îranê derheq danîna alaya Kurdistanê di dema sefera Mesûd Barzanî de, nerazîbûna xwe eyan kirin.

Malpera “Kurpress” ya ser bi Îtilaata rejîma Îranê bi weşandina nûçeyekê nerazîbûna xwe derheq danîna alaya Kurdistanê nîşan da.

Vê malperê ji zimanê “Tariq Herb” mafnasê Îraqî ve nivîandiye ku: “Hildana alaya Kurdistanê d idem apêşwaziya ji serokê herêma Kurdistanê kiryareke ne yasayî di asta diplomatic de ye, jibe rku di rewşa niha de tenê dibe alya Îraqê were Hilda, û ew kiryar binpêkirina deshilatdariya Îraqê ye”.

“ÎRNA” nûçegihaniya fermî ya rejîma Îranê jî di mijarekê de li jêr navê “Barzanî di Tirkiyê de li pey çi ye?” Mesûd Barzanî wekî “ew kes ê ku di bakura Îraqê de, şalê Kurdî li xwe dike” da nasandin.

Nûçegihaiya fermî ya rejîma Îranê bi zimaneke tûj nivîsand: “ew mêrê ku di bakura Îraqê de ye û şalê Kurdî li xwe dike,hefteya borî ji sefera pirr kêşe ya Erebistan û Îmaratê vegeriya, û du rojan piştre leşkerên Tirkiyê ketin nav bakura Îraqê de. Niha bêyî vê ky armancên pişt perde ên vê seferê diyar bin, di demekê de çûye Tirkiyê, ku ni diyar e ku armancên wê çi ne?”.

Vê nûçegihaniyê heriwsa ragehand: “ Barzanî di ware îdarî de, li ser bingeha boçûna hemû partiyên Kurd ên bakura Îraqê, tu posteke fermî di herêma Kurdistanê de nine”.

Li dijkiryara bi vê kiryara bêhurmetîkirinê ya ÎRNA’yê, hejmarek ji çalakên Kurd kempeynek li dar xistin, û daxwaz ji ÎRNA kirin ku daxwaza lêborînê bike.

Ew çalak dibêjin ku: “bi tu sedemekê û hêcetekê, nabe bêhurmetî bi beşek ji nasnameyê, bi taybetî ziman û kinc, û …hwd bê kirin, û em jî bêdeng bin”.

Rejîma Îranê berdewam êrîşê dike ser wan aliyên ku li derveyî bazineya hevalbendên wan de pêwendiyan pê tînin, û div ê çaroveyê de gelelk caran êrîşî ser hebûna siyasî û rêberên Herêma Kurdistanê dike.