Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efrîn hatiye dorpêçkirin û rewaş jiyanê dijwar bûye

21:00 - 14 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi sedema vê ku herêma Efrînê di Rojavaya Kurdistanê de hatiye dorpêçkirin, jiyan li wir gellek zehmet derbaz dibe.

Li gora nûçeya nûçegihaniyan jiber ku herêma Efrînê di Rojavaya Kurdistanê de ji aliyê Cebhet El-nusra û Ehrar El-şam ve hatiye dorpêçkirin, jiyan li wir gellek zehmet derbaz dibe.

Di vê herêmê de ku karsazên herêmê 40 heya 50 dolarî mehan e werdigrin, lê bermîleke petrolê bi 100 dolarî tê firotin, ku vê yekê jiyana xelkê herêmê gellek zehmet kiriye.

Li ser rewşa Efrînê, sekreterê Partiya El-Wehde Mihyedîn Şêx Alî di nameyekê de bo Serokê Komîsyona Mafên Mirovan li Wezareta Derve ya Almanya “Chiristof Stirasar” dibêje ku herêma Efrînê ketiye tengasiyeke mezin de, û di encama dorpêçê de pêdiviyên sereke yên jiyanê, weke derman û şîrê zarokan nayên peydakirin.

Şêx Alî bang li Komisyona Mafên Mirovan a Almanî kir ku, karekî ji bo Efrînê bike û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê bike ku deriyên sînorî bêne vekirin da ku pêdiviyên jiyanê yên girîng bo Efrînê bên derbaskirin.

Sekreterê El-Wehde ew komisyon hişyar kir ku, ew naxwazin herêma Efrînê wekî Şengal û Kobanê di encama şer de kavil bibe.