Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Amedê polîsên Tirk 2 kes kutin

19:45 - 15 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Li Amedê, bi armanca şikandina dorpêça li ser Sûrê, xelkê Amedê daketina kolanan, lê belê polîsên Tirk êrîşî meşa nerazîbûna gel kirin.

Li Amedê, bi armanca şikandina dorpêça li ser navçeya Sûrê, meşa gel dakete kolanan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Di êrîşê de Şiyar Salman û Şerdil Cengîz jiyana xwe ji dest dan.

Herwisa di encama êrîşa hêzên ewlehiya Tirkiyê de, 3 kes birîndar bûn, ku yek ji wan jinek bû bi navê “Ayşe Aytekîn”.

“Aytekîn”, “Engîn Kayar” û “Şeiban Parlamiş” ên li herêma “Rezan”ê hatin birîndarkirin, li nexweşxaneyê de hatine ragirtin.

Li taxa Nûrê ya herêma Cizîrê jî zaroka 15 salî bi navê “Mevlide Îgdî” bi gulleyekê ji serê xwe ve bi giranî birîndar bû. Navbirî niha di bin çavdêriya tund ya dikturan de ye.

Heya niha bi sedan kesî di dema pêkanîna meşên nerazîbûnê li dijî qedexeya hatûçûnê li herêmên cur bi cur ên Kurdistana Bakur de yan birîndar bûne, yan canê xwe ji dest dane, ku gellek caran goriyên van êrîşan, polîsên Tirk zarok in.