Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 26’ê Sermawezê di bajarê Kalmar bi rê ve çû

20:38 - 15 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Roja pêşmergeyên kurdistanê, ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swîdê bi rê ve çû.

Li gor nûeyên ku gihîştine malpera kurdistanmedia ,roja Şemiyê 12’ê Çileya Pêşîn a 2015’an, Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê, bi alîkariya komîteya Kalmar a li Swîdê, bi boneya 26’ê Sermawezê roja pêşmergeyên Kurdistanê, û hevdem digel şeva Yelda, û rêzgirtin ji bo rojbûyîna şorişgerê mezin yê kurd, şehîd Dr. Qasimlo, bi amadebûyîna xelkekî zêde ji malbat û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û kurdên Başûr û Bakur û Rojavaya kurdistanê, merasîmeke bi coş bi rê ve birin.

Merasim bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb”û deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên rêya azadiya kurd û kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Kalmarê ji aliyê “Fireydûn Elyasî” ve hat pêşkêşkirin.

Piştre bernameyeke “pêşberikê” ji aliyê ciwanên bajarê Kalmarê ve bi rê ve çû.

Rê û resm bi stranbêjî û govendê bi dawî hat.