Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê, çalakiyên teblîxî bi boneya 26’ê Sermawezê berdewam in

20:39 - 15 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Bi boneya 26’ê Sermawezê roja pêşmergeyên Kurdistanê endam û alîgirên PDKÎ, li gund û bajarên Kurdistanê û herwiha parêzgehên ku Fars tê de dijîn, çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Li gor raporên ku gihîştine malpera Kurdistanmedia; Endam û alîgirên Partiya Demokrat di bajar û gundên kurdistanê de ,roja pêşmergeyên kurdistanê pîroz kirin.

Şino

Tekoşerên Demokrat bi boneya hatina salvegera roja “Pêşmergeyên Kurdistanê” di bajarê Şinoyê de çalekiyên teblîxî di wan cihan de bi rê ve birin; “Xwendigeha Şeref, Şêx Ebdulezîz ,Selîm Ava, li pişt mizgevta Camie, Rehîm Ava û Mamtemir”.
Mehabad
Rêvebirên emegnasên Demokrat, di herêma şarwêran a Mehabadê û avahiya Xorxorem, bi boneya 26’ê Sermawezê roja Pêşmergeyên Kurdistanê , çalekiyên teblêxî encam dan.

Pawe

Ciwanên demokrat yên bajarê Pavê li gundê “Şimşêr”bi belavkirina poster û tiraketên taybet bi roja pêşmergeyên kurdistanê, rêz ji bo 26’ê Sermawezê girtin.

Ev cihê ku çalekiyên teblîxî tê de encam dane bi vî awayî ne:
“kolana mezara Şimşêr, kolana mizgevta Cami’e a berê, û mizgevta Cami’e a nû, rêya eslî ya Kirmaşan a Pawe, kolanên derdora xwendingeha Behram Weysî û nav gundê Şimşêr”.

Ciwanên demokratên, tevî vê yekê ku caş û alîgirên rejîmê di haleke amadebûnê de bûn, çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Şîraz

Lehengên demokrata ,endam û alîgirên partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Şîrazê çalakiyên teblîxî bi rê ve birine.

Ev cihê ku li bajarê Şîrazê çalakiyên teblîxî bi rê ve birine bi vî awayî ne:
“Derdora kela Ergî Kerîmxan Zend, deriyê Kazirûn û herema Şaçirax”.

12897.jpg

12892.jpg

12895.jpg

12896.jpg

12893.jpg

12902.jpg

12891.jpg

12901.jpg

12899.jpg

12898.jpg

12900.jpg

12903.jpg