Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayê xwendingeheke Rewanserê wek baştirîn lêkolînerê Îranê hate hilbijardin

20:42 - 15 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Mamostayê xwendibgeha bajarê Rewanserê weke baştirîn lêkolînerê Îranê hate hilbijartin.

Li gor raporên ku hatine belavkirin, di 18’emîn gera bernameya mamostayên lêkolînerê Îranê de, “Adil silêmanî” wek baştirîn mamostayê lêkolînerê Îranê hate hilbijartin.

Adil Silêmanî mamostayê huner a bajarê Rewanserê ye ku li dewreya18’ê a bernama mamostayên lêkolînerên Îranê, wek lêkolînereke bêmînak hatiye hilbijardin.

Mamostayên xwendingehên Kurdistana Rojhilat, di demekê de baştirîn asta zanistê û lêkolînê di Îranê de bi dest tînin, ku xwendingehên Kurdistanê ji îmkanên xwendinê bêpar in, û mamosta digel kêşeyên nebûna îmkanan berbirû ne.