Kurdistanmedia: Bo rêzgirtin li roja pêşmergeyên Kurdistanê, rêûresmek di welatê Norwêjê de bi rê ve çû.
Li gor nûçeya ku gihiştiye malpera kurdistanmedia, roja Şeme 21.09.1394 rêûresmek berfireh bo rêzgirtin ji roja pêşmergeyên Kurdistanê bi beşdariya hejmarek endam û alîgirên PDKÎ û herwisa nûnerên hêzên Kurdistanî ên her çar beşên Kurdistanê li bajarê “Rode” li devera “Ostfûld” a welatê Norwêj bi rê ve çû.
Destpêka rêûresmê bi sirûda Ey Reqîb û ragirtina xûlek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqije şehîdên kurdistanê dest pê kir.
Piştre peyama hevbeş a komîteya giştî û komîteyên devera Ostfûld ên PDKÎ ji aliyê Îsmaîl Elîpûr endamê komîteya giştî a PDKÎ li welatê Norwêjê hat pêşkeş kirin.
Piştre basek kurt li ser pênaseya pêşmerge li aliyê Moitesem Nûranî ve hate pêşkeşkirin ku basa navdêrkirina pêşmerge û qehremanetî û rola pêşmerge û tekoşîn û bivêriya pêşmerge û herwisa Şehîd û birîndarên pêşmerge kir.
Di rêwresmê de deste gulek ji aliyê rêzdar Selîm Şêxepûr berpirsê komîteya Ostfûld a PDKÎ wek rêzgirtin li pêşmergeyekî kevnare PDKÎ, pêşkeşî Moitesem Nûranî hat kirin.
Di dirêjiya rêûresmê de sirûda ez “pêşmergeme” ji aliyê kora mozîk a Yeketiya Ciwanên PDKÎ ve hat pêşkeş kirin.
Herwisa peyama komîteya hevkariya partên siyasî ên Kurdistanê li Norwêjê ji aliyê Mihemed Eskenderî ve hat pêşkeş kirin.
Peyama Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê ji aliyê Mehmûd Yûsifî ve hat pêşkeş kirin.
Peyama hevbeş a YCKÎ û YJKÎ û Komeleya Kiltûrên Kurdî ji aliyê Şehram Ehmedî ve hate xwendin.
Piştre basek bi navê pênaseya pêşmerge ji aliyê xatûn Mojde Çawşînî hat pêşkeş kirin.
Di dawiya rêûresmê de, lawjeyek ji aliyê Akam Rehmanekurde ve pêşkeşî beşdarbûyan rêûresê hat kirin.
Bi sedema roja pêşmergeyên kurdistanê çendîn peyamên pîrozbahiyê ji aliyê part û aliyên siyasî bo rêûresma han hatibûn şandin ku pêk tên li:
peyama pirozbahî û deste gul ji aliyê Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistan, Norwêj.
peyama pirozbahî û deste gul ji aliyê lêjneya navçeya Parta Demokrat, Norwêj
peyama pirozbahî û deste gul ji aliyê rêkxirawa Partê li navçeya Osfûld
peyama pirozbahiyê ji aliyê Serbestiya Kurdistanê komîteya Oslo
peyama pirozbahî û deste gul ji aliyê Xebata Şoreşgêrên Kurdistanê
peyama pirozbahî û deste gul ji aliyê komîteya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
peyama pîrozbahiyê ji aliyê Kongireya Neteweyên Îrana Fidiral
peyama pirozbahî ji aliyê Parta Demokrat- Bakûr