Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxatî ên endam û alîgirên PDKÎ di navxwe de berdewam in

20:18 - 16 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Dost û endam û alîgirên PDKÎ bi belavkirina tirakt û pûstêr ên taybet bi 26’ê Sermawezê, bajar û bajarok û gundên Kurdistana Rojhilat xemilandin.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmediya yê, xortên xebatkar ên PDKÎ, şeva 24 liser 25’ê Sermawezê, li bajarê Rebetê çalakiyên teblîxatî birêve birin.

Çalakiyên han li kolan Îmam Şafê’î, kolana Tewhîd, kolana Lîlanê, derdora xwendingeha Hekîm Omerê xeyam, mizgevta Qible, derdora mizgevta Camî’e, mizgevta Şafê’î, kolana Mo’elîm û derdora binkeya saxlemî ya Rebet û, herweha gundê Lîlanê birêve çûn.

Her bi vê boneyê ve endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Nexedê jî bona rêzgirtina ji 26’ê Sermawezê çalakiyên teblîxatî meşandin.

Li bajarê Nexedê jî li çend cihên weke, gundên Xinxine, Helbê, Dîlançerx, Kerêze û Hesen Nûran a bajarê Şinoyê, şeva 23 liser 24’ê Sermawezê, tiraktên taybet bi 26’ê Sermawzê hatin belavkirin.

Ji aliyekî din ve endam û alîgirên PDKÎ her bi boneya 26’ê Sermawezê wate roja pêşmergên Kurdistanê, li bajarê Şinoyê bi belavkirina tirakt û pûstêrên taybet bi 26’ê Sermawezê, rêz ji lehengî û fîdakariya pêşmerge girtin.

Ew cihên bajarê Şinoyê ku çalakî têde hatin meşandin pêk tên ji:
Rêya di navbera Nexede û Şinoyê de, gondên Dinxe, Hesen Nûran, Sêrêyî ya Qelatan, Pirdawê, Xaltawê, qorûşawê, Xanler û Gundewêle û, herweha di navxweyî bajarê Şino yê de li taxên Seydawê, Kemerbendî, Taçînawê, Qada Helebçe, Selîmawa, Posta Îran Xodrow, Rehîmawa û kolana Dr.Qasimlû.

12920.jpg

12919.jpg

12922.jpg

12924.jpg

12917.jpg

12921.jpg

12918.jpg