Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka pêşmergeyekî PDKÎ li Urmiyê çû ser dilovaniya xwe

20:57 - 20 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Dayîka pêşmergeyekî PDKÎ li gundê “Enbê” ya ser bi devera Tirgewer a Urmiyê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî rapora ku gehiştiye destê “Kurdistanmedia”yê, roja 26’ê Sermawez a sala 1394’an a Rojî, birêz “Gulistan Derwîşî” keça Es’ed xelkê gundê Enbê ya ser bi devera Tirgewer a Urmiyê, di temenê 57 saliyê de, û bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

12998.jpg
Xwedê jê razî “Gulistan Derwêşî” jineke nîştimanperwer, û herweha dayîka hevrêyê pêşmerge Sidîq Derwîşî, endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ bû, ku êvariya roja 26’ê Sermawezê, termê dayîka Gulistan di nava aporaya dost û dilsoz û alîgirên Kurd û Kurdistan û PDKÎ, li gundê Enbê, bi axa pîroz ya nîştiman hate spartin.

Her di vê derheqê de Hizba Demokrat a Kurdistan Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkar û herweh hevrê Sidîq Derwîşî, û xwe di xem û kovana koça dawiyê ya dayîka “Gulistan” de, bi pişikdar dizane.