Kurdistanmedia: Devreya despêkî a 217 ya pêşmerên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, di roja 26’ê Sermawezê de, li ser sînorên Kurdistana Rojhilat bidawî hat û cejna taybet bi devreya despêkî ya pêşmerge hate lidarxistin.
Ligorî rapora nûçegihanê Kurdistamedia yê, roja Duşemî 1’ê Befranbara 1394’an a Rojî, devreya despêkî a pêşmerge liser sînorên Kurdistana Rojhilat bidawî hat û hejmarek ji xortên şoreşvan ên Kurd tevlî refên PDKÎ bûn.
Rêûresmê bi xwendina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina jicanê paqij ên şehîdn Kurdistanê dest bi karê xwe kir û piştre,” Rehîm Mangurî” bi nûneratiya hêzên taybet ên PDKÎ yên liser sînoran, bixêrhatina mîvan û beşdaran kir.
Pişter “Mîro Eliyar” Endamê Deftera Siyasî û berpirsê komsyona Perwerde yê PDKÎ, peyamek taybet bi rêûresma bidawîhatina devreya 217 pêşkêşî beşdaran kir.
Eliyar di gotinên xwe de ragehand ku, “Danîna rojekê bi navê roja pêşmerge, raste ku nikare hemû buha û cuwaniyên pêşmerge pênase bike, lê vê yekê jî diselimîne ku pêşmerge xortê neteweyekê ye û vê netewê jî xortê xwe weke pêşmerge qebul dike û şanaziyê pêve dike”.
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de ragehand ku, “Îro rojê navê pêşmerge di kor û kombûnên navnetewî de weke takekê tê ku, li dijî zulm û zordariyê û herweha mijareke pir bitehûk weke terorê şer dike û hilgirê peyama aşîtî û azadiyê ye”.
Piştre “Selam Girdesor” bi sedema hevdembûna bidawîhatina devreya despêkî ya pêşmerge û şeva yelda wate şeva jidayîkbûna Pêxemberê Aşîtiyê Dr.Ebdulrehman Qasimlo”, helbestek li jêr navê “Yelda” pêşkêşî pişikdaran kir.
Piştî xwendina sirûda “Ho kakî pêşmerge” ji aliyê pişikdarên devreyê ve, peyama devreya 217 jî ji aliyê pişikdarê devrê “Pêjman Şerî’etî” ve hate xwendin.
Paşan helbestek binavê “Were le mirdin netirsêyn” ji aliyê “Şadî Rehgom” ve hate pêkêşkirin û bi dû re sitranek ji aliyê “Karwan Ebdulahî” ve hate pêşkêşkirin.
Di beşa din a rêûresmê de rapora hînkirina devrê ji aliyê “Şorş Elhweysî” ve hate pêşkêşkirin û paşan rêze sitranek filklor ji aliyê pişikdarê devrê “Mihemmed Mihemmedzade” ve hate xwendin.
Di dawiyê de jî xelatên devreya despêkî di warên nezm û disiplîn û waneyên devrê biser pişikdaran de hatin parvekirin.
Hewceyî basê ye ku rêûresmek din jî bi boneya şeva Yelda, 85’mîn salvegera jidayîkbûna rêberê navdarê gelê Kurd, Dr.Qasimlo, liser sînorên Kurdistanê hate lidarxistin.