Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

10’ê Çileya Pêşîn roja cîhanî ya mafên mirovan

13:37 - 24 Kanûna pêşîn 2015

Îdrîs Stwet

Her sal 10 Çileya Pêşîn wek roja cîhanî ya mafên mirov ji aliyê rêkxistina NY ve hatiye diyarîkirin, û li sala 1948’an piştî şerê duyem yê cîhanî, rêkxistina NY di kombûneke giştî de roja 10 Çileya Pêşîn wek roja cîhanî ya mafên mirov destnîşan kir, û ji wê demê ve, ev roj bi awayekî fermî hate nava edebiyata siyasî ya cîhanê, ku bi carnameya cîhanî ya mafê mirov hatiye naskirin, ku nirxeke baş bi mirovahiyê bexşîn.

Carnameya han li 30 xalan pêk hatiye ku di wan xalan de amaje bi mafên destpêkî ên mirov dike, û heya niha bi 300 zimanên cîhanî hatiye wergêrandin. Lê mixabin piştî derbazbûna 67 sal bi ser carnameya cîhanî ya mafê mirov de, niha jî mafên mirovan li hinden welatên cîhanê û bixasmanî di welatên Rojhilata Navîn de wek dewleta Îranê tê binpêkirin.

Li gor amaran %98 ji darvekirinan li Rojhilata Navîn de tê encamdan, û Îran jî piştî welatî Çînê di pileya duyem de ye di warê darvekirinê de, û kirîza mafên mirov û şerê desthilatdarên dîktator di welatên Rojhilata Navîn de bûye sedema vê ku bi milyonan penaber di vê deverê de aware bibin, û mefê jiyanê li piraniya xelkê hatiye standin.

Îran yek ji wan welatan e ku dengê erê daye carnameya cîhanî ya mafê mirov, lê mixabin di tu demekî de xalên carnameya mafên mirovan cîbicî nekiriye, û di vî welatî de mafên mirov bi awayekî sîstimatîk û li gor yasayê tê binpêkirin. Bixasmanî piştî hatine ser kar a Hesen Rûhanî mafê mirov di wî welatî de xirabtir ji caran bûye, û komara Îslamî a Îranê di wan çend salên derbazbûyî de carnameya mafê mirov bi mafên rojawayiyan dide zanîn, û hewil dide ku mafê mirovan a Îslamî li cihê carnameya cîhanî ya mafê mirov danê, ku darvekirin, dest birîn, pê birîn, ziman birîn, cudahiya olî û netewî û... hewd, beşeke ji mafê mirovan a Îslamî.

Pirsa Binpêkirina mafên mirov ji aliyê rejîma komara Îslamî a Îranê ve di çend salên derbazbûyî de ji aliyê kom û komelên navdewletî ve ketiye ber rexneyan, lê serbarê pêlên rexneyên navdewletî hêj tepeserî kirin, girtin, destbiserkirin, îşkence, darvekirin û... hewd, ji aliyê welatê Îranê ve hertim dirêjî heye, û roj nine ku di girtîgehên wî welatî de girtî bi mehaneyên curbucur nehêne darvekirin.

Di Kurdistanê de jî, her di destpêka hatine ser desthilata komara Îslamî, desthilatdarên wê rejîma şerxwaz asayêş û ewlehiya xekê Kurd xirabtir ji caran kirin, û rewşa mafê mirov di kurdistanê de gihîşte kopika cinayetên xwe, û her di destpêka desthilatdariya wê rejîma xwesepîner, wê rejîmê parastina mafên gelê Kurd di Îranê de bi fitwaya cîhadê li dijî neteweya Kurd dest pê kir, ku şerê sê mehan, mînak e bo wê rastiyê, piştî vê darvekirin û şehîdkirina bi hezaran hevwelatiyên Kurd, ev maf bûn ku bo gelê Kurd bi rewa dizanîn û heya niha jî pêvajoya han dirêjî heye.

Em vê rastiyê dizanin ku heta sîstemek demokratîk di Îranê de nehê damezirandin, rewşa mafê mirov di sîstema komara Îslamî a Îranê dê herwisa wê bimîne, û xelkê azadîxwaz ên Îranê û bixasmanî neteweyên bêpar ên Îranê û li servey hemiyan neteweya kurd li mafê mirov dê bêbeş bimînin.

Em roja cîhanî a mafê mirov li hemû xelkê mirovdost ê cîhanê û bixasmanî xelkê kurdistanê pîroz dikin, û hêvîdar in ku ev roj bibe sedema yekrêzî û yekdengiya civaka cîhanî û bixasmanî Kurdistanê.