Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Me’sûme Elîremayî: “Sala 1988’an min karî bo cara yekemîn rêberê xwe Dr. Qasimlo ji nêzîk ve bibînim. Jiber ku dîtina wî hêviya min ya çend salî bû”.

13:42 - 24 Kanûna pêşîn 2015

H: Arif Vêlzî

Çiqas xweş e dema neteweyek belengaz û bindest, bona rizgarî û derbazbûna ji bindestî û zordriyê, hemû bi hevre, jin û mêr, keç û kur pîr û ciwan yekdeng tevlî xebat û şoreşê dibin û bi piştevaniyê ji partiya pêşeng û rizgarîxwaz a xwe, weke çiyayekî li hemberî êrîşên dujminê xedar disekinin û berevaniyê ji kerameta netewa xwe dikin. Bê guman wî çaxî serbarê zehmetiyên zaf û giran, lê xebat xweş bibe û mirov jî mandî nabe û nasekine.

Me’sûme Elîremayî yek ji wan şêre jinên Kurd e ku her di zarokatiya xwe de û serbarê jiyana hevpar û zarokên biçûk, lê her seh bi erkê netewî ya ser milê xwe dike û tevlî şoreş û refên PDKÎ dibe û bona rizgariya ji destê Axondên zordar, xebat dike.

Me’sûme Elîremayî keça Zorab sala 1965’an (1344) li gundê Bêsaran û ser bi herêma Jawero ya Merîwanê, di malbatek hejar û desteng de tê dinê. Mixabin Me’sûme jî weke piraniya zarokên wî çaxî, bi sedema hejarî û nebûna îmkanatên xwendine, nikare here xwendingehê da ku ji zanistên serdem mifahê wergire, lê bi vî halî jî nêrîn û ramana wî weke miroveke welatparêz û azadîxwaz cihê heyrîn û şanaziyê ye.

Me’sûme Elîremayî derheq bi jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Bi sedema nexwendewarbûna min, her di zarokiyê de min tevî bab û dayîk û xûşk û birayên xwe dest avêt karên cotkariyê da ku bikarim hinek ji barê giran a ser milêmalbata xwe sivik bikim. Serbarê vê ku temenê min pir kêmbû, lê sala 1977’an (1356) min tevî “Elî Recebî” ku hevgundiyê min bû, jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me jî du keç bi navên Gulzar û Bihar û du kur bi navên Karzan û Kawan in”.

Me’sûme Elîremayî çavaniya nasyariya xwe tevî PDKÎ weha bas dike: “Piştî herifîna rejîma Paşatiyê di Îranê de, herçend bo midehek kêm bû, lê keş û hewaya seranserî Îranê bêhna azadiyê dida, lewra piştî pitir ji 30 sal xebata nepenî, roja 11’ê Reşemaya sala 1978’an(1357)PDKÎ xebata xwe ya eşkere ragehand û, daxwaz ji xelkê û bitaybet xortên Kurdistanê kir ku, piştevaniya PDKÎ bikin û hekî bikarin bên û tevlî refa pêşmerge bin. Bi xweşî ve piraniya xelkê Kurdistana Rojhilat bersiva banga PDKÎ dan û deste deste û kom kom hatin û tevlî PDKÎ bûn. Her di pêvajûya tevlî bûna xelkê bi refên pêşmergên PDKÎ de, hevjîna min Elî û du birayên xwe bi navên Cebar û Muxtar bûne pêşmerge û çeka şeref û namûse kirin milê xwe.

Piştî fermana cîhad yê Xumeynî şerê seranserî li Kurdistanê dest pêbû, PDKÎ jî bona vê ku bajar û gundên Kurdistanê di encama şer de wêran nebin, pêşmerge ji bajar û gundan derxistin û ber bi çiyayên Kurdistanê şandin û, malbatên wan jî di nava gund û bajaran de man û îşkence û bêrêziyê zede bi wan re dihatin kirin.

Lewra bi neçarî di demsala Havîna sala 1988’an (1367), min bi haydariya Hizbê, dev ji jiyana xwe berda û tevlî refên pêşmergên PDKÎ bûm û tevî hevjînê xwe bûm pêşmerge. Piştre bi sedema terbiyet û elimandin û xwedîkirina zrokên xwe, neçar mam ku destan ji pêşmergatiyê bikişînin, lê di hember de weke endameke çalak û dilsoz ya PDKÎ min karê hizbî kir û heya niha jî hêz berdewam im”.

Me’sûme Elîremayî piştî xebata xwe ya dûr û dirêj, derheq bi çavnihêriyên xwe ji PDKÎ û hevjînê xwe weha dibêje: “Çavnihêriya min ji Hizba Demokrat ev e ku her weke berî, Hizba xweştevî û hêviya xelkê Kurdistanê bimîne û ew pirensîp û bûhayên ku berê di nava Hizbê de hebûn, niha jî her bimînin û, herweha çavnihêriya min ji hevjînê min eve ku, her pêşmerge bimîne û rêya şehîdan bernede heya gihîştina bi armancên wan”.

Me’sûme Elîremayî roja herî xweş a jiyana pêşmergatî û siyasî ya xwe weha tîne ziman: “Jiyana di nava şoreş û xebatê te pir e ji bîreweriyên xweş û ne xweş, lê bîreweriya herî xweş ya min, ev ku sala 1988’an (1367) min karî bo cara yekemîn rêberê xwe Dr. Qasimlo ji nêzîk ve bibînim. Jiber ku dîtina wî hêviya min ya çend salî bû”.

Me’sûme Elîremayî herweha roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne zimen: “Bîreweriya min ya herî nexwş jî her şehîdketina Dr. Qasimlo bû, jiber ku birastî ez êşandim, bi qasekê derbek giran ji min xist ku niha jî nikarin baweriyê bi vê bikim ku Dr. Qasimlo şehîd ketiye”.

Me’sûme Elîremayî rû li keç û jinên Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Weke endameke PDKÎ daxwaza min ji jin û keû û dayîkên Kurdistanê ev e ku, her weke heya niha piştevan û alîkarê xweşk û birayên xwe yên pêşmerge bûne, ji niha şûn de jî her berdewam bimînin, zarokên xwe bi nîştimanperwerî perwerde bikin, serdana malabata şehîdan bikin û hevkariyan wan bikin, çavnihêriya min ev e ku rê nedin dar û desteyên rejîmê zarok û bira xûşkên pêşmerge û malbatên şehîdan têkilî madeyên hişber bikin û herweha rê nedin ku bibin endamê Besîc û dezgehên din ên rejîmê”.