Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî serdana Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Îranê kir

21:13 - 24 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî serdana Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Îranê kir, û pêkve bas ji rewşa siyasî û guhertinên herêmê û herwisa Kurdistana Rojhelat kirin.

Li gora nûçeya ku gihaye Kurdistanmedia, Roja Çarşemiyê 2’ê Befranbarê heyeteke PDKÎ bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî sekreerê giştî ê PDKÎ serdana Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Îranê kir, û ji aliyê heyeta rêberiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Îranê bi serperestiya Ebdullah Mohtedî sekreterê giştî yê vê partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de baseke siyasî li ser rewşa siyasî û guhetinên herêmê wekî DAÎŞ û kêşeya Sûriyê û pirsa Kurd li beşên din ên Kurdistanê hatin gengeşekirin, û di beşeke din ya vê hevdîtinê de her du aliyan bas ji Îranê bi giştî û Kurdistana Rojhilata bi taybetî hate kirin, û li ser siyasetên rejîma Îranê piştî lihevkirina Îran û Rojava di herêm û navxweya Îranê û bi taybetî domandin û tundtirkirinarewşa serkutê li ser azadîxwazan û neteweyên blindest ên Îranê axivîn.

Herdu alî herwisa li ser vê baweriyê bûn ku serbarê zeqtirbûna kêşeyan di navbera baskên rejîmê de, tu yek ji wna bandên deshilatê, ji bilî serkuta zêdetir tu tiştek jib o xelkê Îranê û Kurdistanê nînin.

Di vê hevdîtinê de bas ji şanoya hilbijartinê û ya meclisa Îranê û çawaniya helwestgirtina her du aliyan û hêzên din ên Rojhilat hate kirin.

Di dawiya vê hevdîtinê de bas li ser çawaniya alîkariya zêdetir ya du aliyan û hêzên din ên Rojhilat jhate kirin, û herdu alî hevhizir bûn ku dibe hewla zêdetir bidin bo lihevnêzîkbûna aliyan û bi rûniştin û diyalogê nehêlin ku nakokî bimînin, û dersê ji derbazbûyî wergirin, bona çêkirina gotareke hevbeş û pêkve alîkariyan bikin, bo her karekî ku di pêşerojê d ehewce ye.