Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî din ê Spaha Pasdaran li Sûriyê hate kuştin

21:04 - 26 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Endameke din ê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ku ji bo karûbarên medyayî çûbû Sûriyê, di şer û pevçûnên vî welatî de hate kuştin.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê belav kirin ku roja Înê 4’ê Befranbara sala 1394’an endamekî Spaha Pasdaran a Rejîma Îranê bi navê Davûd Cewanmerd ser bi Spaha Pasdaran a Rejîma Îranê di Sûriyê de hate kuştin.

Davûd Cewanmerd di salên 1368 –1371’an de, fermandarê “tîpa zerbet” a bajarê Seqizê bû.

Navbirî wekî endamekî Spaha Pasdaran ya terorîst, kadrê fenî ê nûçegihaniya “ÎRNA”yê jî bû ku di şer û pevçûnên Sûriyê li Helebê hate kuştin.

Dijberên rejîma Sûriyê li ser vê baweriyê ne ku hêzên Spaha Pasdaran li Sûriyê rasterast li şer de ne, da ku bergiriyê ji mana Beşar Esed bikin.

Heya niha çendîn carî welatên Erebî, YE, û Amerîkayê di hemberî destêwerdanên leşkerî ên Îranê di şerê navxweyî ên Sûriyê, û piştgiriya ji rejîma Beşar Esed, nîgeraniya xwe eşkere kirine, û eva jî di demekê de ye ku hefteyekê berî niha hêza lşekerî şandibû Sûriyê.