Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî mêjîn ê PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

20:57 - 28 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: “Samî Hatemî” Pêşmergê mêjîn ê PDKÎ li welatê Ostraliyayê çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 5’ê Befranbarê, kak Samî Hatemî pêşmergê kevnar ê PDKÎ piştî heyamekê berxwedana di hemberî nexweşiya penceşêrê, li temenê 53 saliyê de li bajarê “Sîdnî”yê de koça dawiyê kir.

Samî Hatemî di sala 1360’î de hate nava refa pêşmergeyên PDKÎ û di nav refên PDKÎ de ji bo azadiya neteweya xwe tekoşîn kir.

Samî Hatemî di sala 1366-1368’an de wekî kadrê siyasî di girtîgeha nawendî ya PDKÎ de xebata xwe domand.

Di sala 1368’an de dîsan rû kire herêma Şino û Urmiyê û heya sala 1370’î di van herêman de tekoşîna xwe domand. Di sala 1370’î de bona domandina çalakiyên xwe yên siyasî li ser biryara PDKÎ çû Gewera Kudristana Bakur, û piştî du salan rû kire derveyî welat, û li Ustiraliyayî mafê penaberî wergirt.

Navbirî di dema jiyana xwe ya penaberî de jî, her bi rê û rêbaza hevçeperên xwe emegdar ma.

Her di vê derheqê de, PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karên kak Samî û xwe di xema wan de şirîk û hevbeş dizane.