Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Romadî piştî textkirina bi erdê re ji destê DAÎŞ’ê hate derxistin

20:27 - 29 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Dewleta Îraqê ragehand ku Romadî ji destên DAÎŞ derketiye.

Li gora raporan,erteşa Îraqê piştî azadkirina bajarê Romadî û paqijkirina vî bajarî ji destên çekdarên DAÎŞ’ê ber bi Mûsilê rê dikeve.

Bajarê roamadî cara duyê ye ku ji aliyê arteşa Îraqê ve piştî heft mehan ji destên DAÎŞ derdikeve, ku ew yek jî serkevtineke bo arteşa Îraqê, û di heman demê de hemû binesaziya vî bajarî li encama şer de wêran û kavil bûye.

Wezîrê Karê Dervê ê Almanyayê Frank Iştan Mayir piştî azadkirina Romadî ragehand ku: “Ew yek nîşana vê ye ku hêzên dewleta Îslamî li Îra û Sûriyê de carek din jê têne têkbirin”.
Hêzên DAÎŞ’ê di sala borî de nêzîk bi sêyek ji xaka Îraqê dagîr kirin, û ji wê demê ve hemû hêza xwe ji bona mana xwe bi kar tînin.
Herçend ku niha nûçeya azadkirina Romadiyê ji aliyê berpirsyarên dewleta Îraqê ve belav bûye, lê ew bajar bi tewahî digel erdê text bûye, û çekdarên DAÎŞ’ê gelelk davên teqînê bi cih hêştine, ku ew yek metirsiyeke micid e li ser jiyana di vî bajarî de.

Piştî êrîşa DAÎŞ li ser Îraqê, xaka Herêma Kurdistanê jî bû armanca êrîşa DAÎŞ’ê û wan gellek cinayet bi taybetî di Şingalê de afirandin.