Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Pêşmerge û alaya Kurdistanê li Orîbiroya Swîdê de bilind hate ragirtin

21:06 - 29 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Roja Pêşmerge û alaya Kurdistanê li Orîbiroya Swîdê de bilind hate ragirtin.

Li gora nûçeya ku gihaye Kurdistanmedia, roja Şemiyê 5’ê Befranbara sala 1394’an Komîteya PDKÎ li bajarê Orîbiroya Swîdê bi alîkariya Yekîtiya Kurdan li wê herêmê de,rêûresma ji bo rêzgirtina ji roja Pêşmerge û alaya Kurdistanê li Orîbiroya Swîdê de pêk anîn.

Destpêkê ew rêûresm bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre naweroka rêûresmê pêk hatibû ji:
Xwendina peyama omîteya PDKÎ di vî bajarî de, û xwendina çendîn peyamên din ên wekî peyama Yekîtiya Jinên Demokrat ê Kurdistanê û ya PDK û Goranê hatin xwandin, û
Herwis agirteyeke vedyoyî lî ser pêşmerge belav bû, û peyama Malpera Xakelêwe û Yekîtiya Komeleya Kurdî û ya Komele ”Rêkxirawa Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê jî hatin xwendin.
Ew rêûresm jî di nav govend û dîlana Kurdî de bi dawî hat.