Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li dijkiryara bi bidarvekirina terorîstan, dîsan balyozxaneyek li Tehranê bû armanc

20:59 - 3 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Piştî bidarvekirina 47 tometbarên bi karê terorîstî li Erebistanê, binkeya dîplomatîk ya welatê Erebistanê li Îranê kete ber êrîşên kirêgirtiyên vê rejîmê.

Li gor nûçeya gihiştiye malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê kirêgirtiyên besîc û hêzên ser bi rejîma Îranê li hemberî bidarvekirina 47 terorîstan û bitaybet derheq bi darvekirina melayê Şî’e “Şêx nemir” kirêgirtiyê Îranê li Erebistanê, nerazîbûna xwe nîşan dan, û êrîş kirine ser balyozxaneya wî welatî û ji aliyê besîc û kirêgirtiyên vê rejîmê ve ew balyozxane hate şewitandin.

Beşek ji karberên torên civakî derheq bi kiriyara kirêgirtiyên rejîmê dibêjin: “Besîc û kirêgirtiyên rejêma Îranê her carê bi mehaneyekê êrîşê dikine ser balyozxaneyên welatan û talan dikin, û di vî warî de, di asta cîhanê de me rêkord tomar kiriye”.

Piştî bilavkirina nûçeya han wezareta Îranê nûnerê Erebistana Si’ûdî li Îranê gazî kir, û di hemberî bidarvekirina “Şêx Nemr” nerazîbûna xwe nîşan da.

Spaha terorîst ya Pasdaran bi bilavkirina daxûyaniyeke bi gef, ragehand: “Rijana xwîna Şêx Nemir di pêşerojê de, wê bibe sdema tolvekirina tund ji Erebistanê, û dê bibe sedema têkçûyîna hikûmeta Si’udî”.

Erebistanê ev helwêstên rejîma Îranê wekî piştgirîkirin ji terorîstan hesiband.