Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Behrêyn û Sûdanê têkiliyên xwe bi Îranê re qut kirin

21:32 - 4 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Piştî qutkirina pêwendiyên dîplomatîk yên Erebistana Si’ûdî ligel rejîma komara Îslamî a Îranê, bi sebeba êrîşa ne dêmokratîk a hêzên rejîma Îranê li ser balyozxaneya Erebistanê li Tehranê, û herwiha êrîşa 2 hezar besîcan li ser konsolxaneya Erebistana Si’ûdî li Meşhedê de, çend welatên din yên Erebî pêwendiyên xwe ligel Îranê qut kirin.

Li gor raporên belavbûyî,Behrêynê hemû pêwendiyên dîplomatîk digel rejîma Îranê qut kirin,her di vê pêwendiyê de welatê Sûdanê jî ragehand ku balyozê rejîma Îranê di Sûdanê de derxistiye, û bi vê şêweyê pêwendiyê xwe jî qut kirine.

Welatê Kuvêtê jî di doma mehkûmkirina destêwerdana rejîma Îranê di kar û barên welatên navçeyê de û bi taybet jî welatên Îslamî 3 dîplomatên rejîma komara Îslamî a Îranê ji Kuvêtê derxistin.

Opozisyona Demokratik a Sûriyê jî piştevaniya vê biryara Erebistana Si’ûdî di warê qutkirina pêwendiyên xwe ligel rejîma Îranê dike, û destêwerdana rejîma Îranê di navçeyan de bi tundî rexne kir.

Hêjayî gotinê ye ku çend welatên din jî êrîşa ser balyozxaneya Erebistana Si’ûdê li Îranê mehkûm kirin. Alman û Firansa jî ev kiryara hêzên besîc yên rejîma Îranê mehkûm kirine. Duh Bankî Mon sekreterê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî di gotûbêjekê de, ev êrîşa li ser balyozxaneya Erebista Si’ûdî di Îranê de mehkûm kiribû.

Erebistana Si’ûdî ragehand ku li ser vê kiryara ne demokratîk û ne dîplomatîk a rejîma Îranê,li ser rejîma Îranê, gilîname ji Konseya Ewlekariya NY re şandiye.