Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma terorîst ya Tehranê derheq bi helwêsta welatên Erebî dibêje ku, dosiyeya Mîkonêsê jibîr nekin

19:43 - 5 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Rejîma terorîst a Komara Îslamî ya Îranê piştî bertek û helwêsta welatên Erebî, derheq bi qetandina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera xwe û Îrana terorîst de, hoşdarî da û ragehand ku, hewce ye ewdaliya welatên Awrûpayî piştî dosiyeya Mîkonosê ji bîra we neçe.

Nawenda nûçegihaniya “Mêhr” ya ser bi Sipaha Pasdaran, piştî vê ku welatên Erebî derheq bi êrîşa hovane ya kirêgirtiyên ser bi Komara Îslamî, bo ser balyozxaneya Erebistanê, helwêstên Tund girtin û têkiliyên xwe ên dîplomatîk û aborî qetandin, hoşdarî da ku dosiyeya Mîkonêsê jibîr nekin.

Piştî vê ku rejîma Komara Îslamî û karbidestên pile bilind ên rejîmê, di dozgeriya Almanê de bi terora rêberên PDKÎ hatin mehkûmkirin, welatên Awrûpayî balyozên xwe li Îranê vêkêşandin û têkiliyên xwe yên aborî bo heyamekî skinandin.

Eva di demekî de ye ku, vekêşyan balyozên welatên Awrûpayî, li gorî gotinên karbidestên rejmê bi xwe, kirîza sereke ya rejîmê di wî çaxî de bû ku, rejîm neçar kir bona razîkirina welatên Awrûpayî û vegeriyana wan bo Tehranê, şanogeriya binavê “Çaksaziyê” bixe rê ku di encam de “Mihemed Xatemî” bû serkomarê Îranê.

Di terora Mîkonosê de Elî Xamineyî yê rêberê rejîmê, Haşimî Refsencanî serkomarê wî çaxî yê rejîmê, Elî Felahiyan wezîrê Îtilaatê, û Elî Ekber Wîlayetî bi encamderên terora Mîkonosê hatin mehkûmkirin.

Berwarê 26’ê Xermanan ya sala 1371’an de, di êrîşekî terorîstî ya terorîstên ser bi rejîma Tehranê li xwaringeha Mîkonosê li bajarê Bêrlîna Almanê, Dr.Sadiq Şerefkendî sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistan Îranê tevî Fetah Ebdolî Endamê Komîteya Nawendî û herweha Homayûn Erdelan hatin terorkirin.