Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê çewtkirî êgel

00:11 - 7 Kanûna Paşîn 2016

Di van rojan de, li Erebistanê kesayetiyeke Şî’ebi navê Şêx Nemir, hate îdamkirin ku bû sedem tûrebûna hejmarek ji tundrewên mezhebî li Îranê, û herwisa bû sedema helwestgirtin û dijkiryara deshilatdarên Komara Îslamiya Îranê.

Eva ku ew kesayetiyê Şî’e di Erebistanê de tawanbar bû yan na, mijara basa me nîne, lê hinek ji helwest û bertekên di dema bûyeran de, mirov neçar bi bîrkirineke ser ji nû ve, li ser axivtinan û heya tewahiya bawerî û kiryarên aliyên siyasî û kesayetiyan dike.

Îdamkirina vî şêxî di Erebistanê de, diyare ku rêberên rejîma Îranê tûre û nîgeran dike, û xwezayî ye ku di bûyereke bi vî rengî de, eql û lojîka wan ya siyasî têk here, û axivtinên tund bikin. Jiber ku ew şêx û kesên din ên wekî wî, bo mînak Hesen Nesrullah li Lubnan, mohreyên wan bixwe ne, û sermayedanîneke zêde li ser kirine, û dema ku gopaleke destê xwe ji dest didin, nerehet dibin û ber xwe winda dikin.

Lê li vir û wir de, kesên din hene ku xwe wekî kesên cihê baweriya xelkê dizanin, lê di van bûyeran de, derûn û kirûka rastîn ya xwe nîşan didin.

Dema xwe ku rejîma Komara Îslamiya Îranê ya terorîst di dadgehataybet bi karesata restorana Mîkonosê li Almanyayêde hate mehkûmkirin, û destê wê yê terorê ji bo hemû cîhanê eşkere bû, û kesên bi nav nûnerê xelkê Kurd û dirastî de nûnerê rejîma Îranê li meclîsê de, ew dadgeh mehkûm kirin, bedela vê ku terorkirina rêberê Kurd mehkûm bikin!.

Kesayetiyekî din ê bi nav nûnerê Kurd û di rastî de nûnerê rejîma Îranê, îdama vî şêxê ser bi rejîma Îranê li Erebistanê ew kiryar mehkûm kiriye.Her di vê derheqê de, hinek ji bi nav mela û kesayetiyên ayînî ên Kurd ê Sunî jî dengê xwe xistin rex dengê wan, û wekî hertim li ser vê bûyerê dengê xwe bilind kirin, lê her bi nav van kesayetiyan di hemberî dehan bûyerên li nêzî xwe de, bêdeng dimînin. Wê demê ku ciwanên Kurd li reşçalên rejîma Îran de têne îşkencekirin, û dehan ciwanên Kurd têne bidarvekirin, ew bêdeng man û dimînin, û hinek ji wan pakane jî bo rejîmê kirine.

Dema ku tu dibînî ku ew cure bi nav kesayetiyane, ku di dema karesatên ku bi ser gelê wan de hatine bêdeng dimînin, yan jî bêşermane dibin bi beşek ji emraza pakanekirinê bo rejîmê, lê li ser bûyereke cihekî din, devê wan dibe bilindgoya siyasetên têkderane yên rejîma Îranê, wê demê tu digihîjî vê qenaetê ku rejîma Îranê hemû hewl û pîlanekê bi rê ve dibe, da ku kesên destçêkirî li cihên taybetî danê, û mohra kesayetiyên cihê baweriya xelkê û bi nav nûnerên xelkê jî li ser wan bide, da ku di dema hewce de, kiryarên rejîmê pîne bikin, û wan wekî dengê çewtekerî (çewaşekirî) yê gel bidin nasandin.