Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alaya Kurdistanê wê hertim pêlan bide

00:14 - 7 Kanûna Paşîn 2016

Şehab Xalidî

Alaya her welatekî nasname, sembol û nîşana berxwedan û tekoşîn û şoreş û xwîndana vê neteweyê ye ji bo azadî û rizgarî û bilindragirtina vê alayê. Lewra ew ala ew qas pîroz e, ku her neteweyek şanaziyê pê dike, û di pêxema bilindragirtina wê de amade ye mal û canê xwe jî bike qurbanî.

Kurd jî yek ji wan neteweyan e ku herçend hêşta jî nebûye dewleteke serbixwe, lê alaya xwe heye, û di pêxema alaya pîroz ya Kurdistanê de bi dehan hezar şehîdî daye, û amade ye li jêr siya vê alaya pîroz de, çiqas qurbanî hewce be jî, bi dilfirehî ve qebûl bike.

Her bo rêzgirtin ji alaya Kurdistanê, di Herêma Başûra Kurdistanê de, parlementoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rojek wekî roja “alaya Kurdistanê” diyarî kiriye, ku di vê rojê de hemû Kurdekî welatparêz derdora xwe bi alaya kesk û sor û zer ya Kurdistanê dixemilîne, û rêz ji vê alayê digre.

Îsal jî gelê Kurd bi her awayekî ku ji destên wan hat, ew roja pîroz kirin û rêz ji alaya Kurdistanê girtin. Li Rojhilata Kurdistanê de, hevdem digel vê ku xelkê Kurdistanê bi belavkirina poster û teraktên taybet bi roja 26’ê Sermawezê roja “Pêşmergê Kurdistanê”, rêz ji ked û mandîbûna bi salan ya pêşmergeyên Kurdistanê girtin, di heman demê de rêz ji alaya pîroz ya Kurdistanê jî girtin, û li ser bilindahiyên gund û bajaran bi hildana alaya sê reng a Kurdistanê daxeke giran danîne ser dilê dijminên Kurd û Kurdistanê û kirêgirtiyên vê rejîmê.

Li Kurdistana Bakur de jî çendîn partî û rêkxistinên siyasî ên Kurd, bi bilindkirina alaya Kurdistanê, rêûresmên taybet pêk anîn û di vê rêûresmê de, bas ji dîroka alaya Kurdistanê û pîroziya wê alayê û emegdariya xwe bi vê xwîna ku di pêxema alayê de rijiyaye, kirin. Herçend di Rojavay Kurdistanê de jî, xelkê Rojavaya Kurdistanê li “Girkê legê”, alayek bi dirêjahiya 200 metrî amade kiribûn, û anîbûne cihê rêûresma rêzgirtina ji alaya Kurdistanê, lê mixabin êrîşa hêzên asayişê yên ser bi PYD’ê li ser wî xelkê ku alaya Kurdistanê bilind kiribûn û rêûresm bi rê ve dibirin, û piştre jî destbiserkirina çendîn çalakên medenî piştî vê rêûresmê, bû cihê nerehetî û nîgeraniya her Kurdekî azadîxwaz û nîştimanperwer.

Ew kiryara asayişê ew qas dûr ji hestên neteweyî û nîştimanî bû, ku serokê Herêma Kurdistanê serbarê şermezarkirina vê kiryara wan ragehand ku karê ku asayişa PYD kir, dagîrkeran jî nekiriye. ENKS’ê jî bi derkirina daxuyaniyekê ragehand, ku di nav asayişa PYD de, Ereb jî hene, û ew kiryara PYD’ê bû sedema vê ku ew jî zêdetir vê derfetê bi kar bînin, bona bêhurmetiya bi alaya Kurdistanê, ku remz û sembola hebûna neteweya Kurd e.

Bê guman ew alaya ku cara yekem hizra danîna wê, di sala 1919’an de û ji aliyê Komeleya Te’alî ya Kurd ve çêbû, û piştî çend salan ji aliyê Xoybûnê ve jî hate pesendkirin, û di dema şoreşa Agirî de (1927 ’an), li ser serê çiyayê bilind ê Agirî hate hildan, (Alaya kurdistanê li ser bergê kovara Hawarê, hejmara 11, roja10’ê Mijdara 1932’an bi awayekî rengîn hatibû çapkirin), û di Çileya Paşîn a sala 1946’an de Pêşewa Qazî Mihemed jî di bajarê Çarçira ya Mehabadê de ew ala hilda, û li jêr vê alaya pîroz de Komara Kurdistanê ragehand, û piştî serhildana Kurdên Kurdistana Başûr di sala 1991’an de jî, parlemêntoya Herêma Kurdistanê ew ala wekî alaya Kurdistanê pesend kir, wê rojekê di Saziya NY de jî, wê pêlan bide, û bi tîrêjên xwe wê çavên neyaran tarî bike.