Kurdistanmedia: Meryem Muradî, diya şehîd Îsma’îl Nemekî di bajarê Seqizê de çû ser dilovaniya xwe.
Li gor nûçeya ku gîhaye malpera Kurdistanmedia: Roja Înê 8’ê Çileya Paşîn a 2016’an, “Meryem Muradî diya şehîd “Îsmaîl Nemekî” şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.
Şehîd Îsma’îl Nemekî pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li sala 1976’an hatibû dinê, û di 28’ê Gelawêja sala 1376’an (1997), di Kurdistana Başûr de, di rêya bajarê “Dukan”ê de hate terorkirin, û di herêma Baycanê de jî bi axê hate spardin.
Dayka Meryem, yek ji wan kesên niştîmanperewer û dilsoz ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû. Termê wê di nav girseya kes û karên wê û xelkê bajarê Seqiz û Bokanê de, bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbata Meryem û kes û karên wê, û xwe şirîkê vê xem û kesera wan dizane.